Pevçûn li gundewarê Şamê 9 leşkerên Îsraîlî mirin û 6 birîndar bûn

Li bajarokê Beyt Cin li gundewarê başûrê Şamê roja Înê serê sibê di navbera hêzên Îsraîlî û komên herêmî de pevçûn û danûstandina agir qewimî, di encamê de neh kes hatin kuştin û şeş leşkerên Îsraîlî birîndar bûn, li gorî çavkaniyên Sûrî û Îsraîlî rewşa sê ji wan giran e.
Dezgehên medya yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz A Sûrî ragihandin ku piştî “derbasbûneke sînorkirî” ya hêzên Îsraîlê nav bajarokê, bi qasî 10 kîlometreyan ji sînorê bi Îsraîlê û Çiyayê Hermon(Şêx) dûr e, pevçûn dest pê kirin. Piştî vê yekê topxane û êrîşên asmanî yên Îsraîlê li herêmê kirin hedef.
Li gorî çavkaniyên Sûrî, topbaran bû sedema mirina neh niştecihên bajêr. Kanala televîzyona dewletê “El-Îxbariyê” ragihand ku pevçûn piştî dorpêçkirina dewriyeke Îsraîlê berî vekişînê di hundirê Beyt Cin de dest pê kirin.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku şeş leşkerên wê di dema pevçûnan de birîndar bûne, destnîşan kir ku sê ji wan di rewşa giran de ne. Sky News jî, bi îdiaya çavkaniyên meydanî, piştî bombebaranê koçberiyeke berfireh ji bajêr ragihand.
Di daxuyaniyeke paşê de, artêşa Îsraîlê got li gorî agahiyên ku di çend hefteyên borî de berhev kirine, wan operasyoneke girtinê li dijî kesên ku guman tê kirin endamê Koma Îslamî ne, pêk aniye. Artêşê zêde kir ku ev kom li herêma Beyt Cin çalak bû û li dijî sivîlên Îsraîlê êrîşan pêk dianîn.



