Parlamentoya Îranê Vekişîna ji Peymana Nebelavbûna Nuklerî Dinirxîne

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, Îbrahîm Rezayî, ragihand ku parlamento pêşnûmeya qanûnek amade kiriye ku dikare rê li ber vekişîna Tehranê ji Peymana Nebelavbûna Nuklerî veke, wekî bersivek  ji nû ve sepandina dorpêçên NY li ser welêt.

Ajansa” Tasnim” a Îranê ji zarê Rezayî roja Duşemê got ku Parlamento “di bin şert û mercên heyî de ti mafek ji bo mayîna Îranê wekî endamê peymanê nabîne”, û destnîşan kir ku metna yasayî hîn jî di qonaxa amadekariyê de ye û hîn bi fermî nehatiye rojeva parlamentoyê.

Ev gav piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser binesaziyên nuklerî yên Îranê di meha Hezîrana borî de û sepandina ji nû ve ya cezayên navneteweyî li ser Tehranê di destpêka vê hefteyê de tê.

Îran, ji aliyê xwe ve, îdia dike ku ew naxwaze çekên nuklerî çêke û bernameya xwe ya nuklerî tenê ji bo armancên aştiyane dibîne.

Mijarên Girêdayi

Back to top button