Neteweyên Yekbûyî bi karwaneke alîkariyê ya nû piştgiriya xwe ji bo Siwêda xurt dike

Karwana alîkariyê ya sêyemîn ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ve hatî peyda kirin, roja Sêşemê sibehê ket Siwêdayê. Karwan, ku ji 22 kamyonan pêk dihat û bi şandeyeke Neteweyên Yekbûyî re bû, di riya lezgîn Şam-Siwêdayê re ket bajêr.
Hatina vê karwanê di demekê de tê, ku krîza jiyanê û kêmbûna amûrên bingehîn berdewam e, li gel amadekariyên şandina barekî sotemeniyê ji bo dabînkirina hin pêdiviyên niştecihan.
Karwana yekem ji deriyê Busra el-Şam derbas bû, berî ku derî were girtin, di heman demê de karwana duyem rêya Şam-Siwêdayê girt, ku niha bûye tekane deriyê sivîlan û karwanên alîkariyan, piştî rawestandina tevgerê di dergehê re.
Hêjayî gotinê ye ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hefteya borî planeke bersiva lezgîn li başûrê Sûriyê ragihand, ku armanc wê alîkariya xwarinê bigihîne niştecihên Siwêda û malbatên ku ji pêşketinên dawî bandor bûne.



