Netanyahu dixwaze berpirsekî nû destnîşan bike da ku danûstandinên ewlehiyê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re bi rê ve bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî îstifaya wezîrê berê Ron Dermer, ku ev dosya birêve dibir, niyeta xwe destnîşankirina berpirsekî nû ji bo rêvebirina danûstandinan bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re ragihand.
Li gorî raporên medya Îsraîlî, Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Sûriyê, Tomas Barak, Netanyahu ji daxwaza Washingtonê ji nû ve destpêkirina danûstandinan li ser peymana ewlehiyê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de agahdar kir, danûstandinên piştî îstifaya Dermer rawestiyan.
Malpera Kanala 12 a Îsraîlê, Mako, ragihand ku Dermer çar dewre danûstandinan li ser peymana ewlehiyê bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Esad el-Şeybanî re pêk aniye, berî ku danûstandin piştî çend hefte berê ji hikûmetê veqetiyan, werin sekinandin.
Di hevdîtinekê de di navbera Barak û Netanyahu de, nûnerê Amerîkî girîngiya ji nû ve destpêkirina danûstandinan tekez kir û pirsî ka kî dê di qonaxa pêş de ji aliyê Îsraîlê ve wan bi rê ve bibe. Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku Netanyahu piştrast kir ku Dermer dê venegere vê dosyayê û cîgirê wî bi ezmûneke berfireh a ewlehiyê, dibe ku niha di saziya ewlehiya Îsraîlê de xizmet bike, dê were destnîşankirin. Di nav çend rojan de rêveberiya Amerîkî dê were agahdarkirin.
Rayedar diyar kir ku hevdîtinê alîkarî da kêmkirina rageşiyên di navbera her du aliyan de, destnîşan kir ku Îsraîlê metersiyên xwe yên di derbarê pêşketinên li Sûriyê û Tirkiyê de pêşkêş kir.
Di heman çarçoveyê de, kanala Îsraîlê” i24NEWS” ragihand ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li ser berdewamiya operasyonên Îsraîlê di hundurê Sûriyê de ji bo bersivdayîna tiştê ku ew wekî gefan bi nav dike, her wiha berdewamiya danûstandinan bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re li ser peymanek ewlehiyê gihîştine rêkeftinan.



