Netanyahu bi wezîran re li ser rêkeftineke ewlehiyê ya gengaz bi Sûriyê re nîqaş dike

Li gorî rojnameya Jerusalem Post, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê sibe, Yekşemê, bi girûpa Wezîrên xwe ya heft endamî re civînekê li dar bixe da ku rêkeftineke ewlehiyê ya gengaz bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re nîqaş bike.
Rojnameyê ji çavkaniyên Îsraîlî re ragihand, ku di van demên dawî de di danûstandinên bi aliyê Sûrî re pêşketin çêbûne, di heman demê de rayedarekî din jî şansê gihîştina rêkeftineke dawî berî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wekî “ne tekez” nirxand.



