Metersiyên Navneteweyî ji vegera DAIŞê û gotûbêjên ewlehiyê li ser pêşeroja Sûriyê

Metersiyên navneteweyî ji vegera potansiyel a DAIŞê li Sûriyê zêde dibin, ji ber nebûna çareseriyên berfireh ên ku dikarin bi awayekî dawî gefa wê ji holê rakin. Ev yek di demekê de tê ku di navbera Îsraîl û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî, ji bo nîqaşkirina rêkeftinên ewlehiyê yên serdema piştî Esed, danûstandinên ewlehiyê yên pêşerojê têne kirin.
Rojname û malperên navneteweyî îro bal kişandin ser êrîşên hewayî yên hevbeş ên ji hêla Birîtanya û Fransayê ve li dijî cihên ku guman tê kirin ji hêla endamên DAIŞê ve di nav axa Sûriyê de têne bikar anîn, hatine kirin. Ev êrîş wekî nîşanek metersiyên berdewam ên Rojavayî di derbarê şiyana rêxistinê de ji nû ve kom bibe tevî windakirina kontrola erdê ji sala 2019an vir ve, nirxandin.
Malpera Amerîkî “Media Line” ragihand ku hêzên hewayî yên Brîtanî û Fransî êrîşeke hewayî ya hevbeş li ser cihekî girêdayî DAIŞê, wekî beşek ji operasyonên sînorkirî yên ku armanc dikin ku çalakiya komê kontrol bikin, pêk anîne. Malper ji pisporê leşkerî yê Sûriyê Edham Tariq vegot ku gotiye êrîş xwedî aliyek taktîkî ya girîng e, lê çareseriyek radîkal ji bo gefa mezinbûyî temsîl nake.
Tariq rave kir ku DAIŞ êdî ne rêxistineke kevneşop e, bajar û herêman kontrol dike, lê veguheriye toreke nerm xwe dispêre operasyonên nepenî û şaneyên biçûk yên bi liv. Wî destnîşan kir ku dibe êrîşên hewayî demkî şiyanên wê qels bikin, lê ew gefê ji holê ranekin heya ku bi îstîxbarata domdar û hewldanên meydanî re nebin yek. Wî zêde kir ku erdnîgariya tevlihev a Sûriyê û pirjimariya hêzên kontrolker hîn jî ji bo belavbûna şaneyên tundrew hawîrdorek guncaw peyda dikin.
Ji aliyê xwe ve, pisporek li ser komên tundrew ji malperê re got ku DAIŞ ketiye qonaxek nû ya çalakiyê, li ser bingeha êrîşên sînorkirî û leşkerkirina takekesî li şûna kontrola rasterast, sûd ji krîzên aborî û civakî û qelsiya xizmetan li deverên ji bê aramiyê dikişînin werdigire.
Di heman demê de, rojnameya Îsraîlî Jerusalem Post ragihand ku rayedarên payebilind ên Îsraîl û hikûmeta veguhêz ya Sûriyê dê roja Duşem û Sêşemê bi navbeynkariya nûnerê Amerîkî li Sûriyê Tom Barak, civînan li dar bixin, di yekem civînên wiha de, di navbera her du aliyan de ji serdana Ehmed el-Şer’i ya Washingtonê di Mijdara borî de.
Li gorî rojnameyê, di nav şanda Îsraîlê de balyozê Îsraîlê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Yehiel Leiter, sekreterê leşkerî yê serokwezîr, rêveberê Mossadê yê erkdarkirî, Liwa Roman Gofman û rayedarekî payebilind ê Konseya Ewlekariya Neteweyî hene. Ji aliyê Sûriyê Wezîrê Derve Esad el-Şeybanî beşdar e.
Rojnameyê destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civînekê de,di Kanûna borî de, wekî beşek ji danûstandinên berfirehtir ên ku armanc dikin bi Şamê re rêkeftineke ewlehiyê ya nû pêk bînin, bi nûnerê Amerîka Tom Barrack re li ser operasyonên ewlehiyê yên Îsraîlê li Sûriyê nîqaş kiriye.
Rojname ji çavkaniyên agahdar diyar kir ku dibêjin Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li ser du mijarên sereke lihevkirinek çêkirine ew jî: berdewamiya azadiya çalakiya Îsraîlê di nav Sûriyê de ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiyê, pêşvebirina danûstandinên Amerîkî-Sûrî ber bi rêkeftineke ewlehiyê ya potansiyel ve.
Berevajî vê, rojnameya Jerusalem Post ji zarê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar veguhest ku gotiye, piştî ku Şamê di konferansek li Washingtonê de di 10ê Kanûnê de daxwazên nû pêşkêş bike, Îsraîl û Sûriyê ji her demê bêtir ji gihîştina rêkeftinek ewlehiyê dûr in.
Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump daxwaza Îsraîlê ya ji bo rakirina hemû cezayên li ser Sûriyê hatine ferzkirin red kir, li gorî desteya Weşana fermî ya Îsraîlê.
Ev pêşketin di demekê de tên ku pirsgirêkên ewlehiyê li Sûriyê bi hev ve girêdayî ne, ji gefa vejîna komên tundrew bigire heya hewldanên ji nû ve şekildana rewşa herêmî, hemî di nav nebûna vîzyonek berfireh de ku aramiya demdirêj li welêt garantî dike.



