Medya Amerîkî: Amadekarî ji bo hevdîtineke çaverêkirî di navbera Trump û el-Şera de li New Yorkê

“CBS “roja Înê ragihand ku amadekarî ji bo hevdîtineke di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Sûrî, Ehmed el-Şera de, li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku biryar e ji 22 heta 30ê Îlonê li New Yorkê pêk werin, têne kirin.

Rayedareke Wezareta Derve ya Sûrî got ku Şera dê beşdarî 80emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, ev yek wî dike yekem serokê Sûrî ku beşdarî hefteya asta bilind dibe û yekem serokê ku ji dema Serokê berê Nûredîn Atasî di sala 1967an de axivî ye.

Ev pêşketin di çarçoveya hewldanên vekirina têkiliyên dîplomatîk bi desthilatdariya veguhêz a li Şamê re tê, ku ji dema ku hatiye ser desthilatê ve piştgiriya herêmî û navneteweyî ya zêdetir wergirtiye.

Hêjayî gotinê ye ku El-Şera di meha Gulana borî de di dema lûtkeyeke ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatibû lidarxistin de bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya. Her wiha ew bi fermî çû Parîsê û ji aliyê Serokê Fransa Emanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button