Macron Bang li Sûriyê Dike ku Tevilî Hevpeymaniya Navneteweyî Li Dijî DAIŞê Bibe

Serokê Fransa Emmanuel Macron bang li serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê, Ehmed El-Şer’i kir ku tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe, û tekez kir ku ev gav dê destpêka qonaxek nû ya hevkariya di navbera Parîs û Şamê de di şerê li dijî terorê de nîşan bide.

Daxuyaniyên Macron di civîneke çapemeniyê de hatin ku wî li bajarê Belem ê Brezîlya, li kêleka konferansa avhewayê, piştî hevdîtina xwe bi El-Şer’i re li dar xist. Wî got, “Sûriyê tê vexwendin ku di şerê me yê li dijî komên terorîst ên li herêmê de bibe hevkarek tam û bibandor,” û got ku “hevkariya ewlehiyê ya di navbera Parîs û Şamê de ji bo parastina gelê Fransa girîng e.”

Serokê Fransa destnîşan kir ku êrîşên terorîstî yên ku di Mijdara 2015an de li Parîsê qewimîn “li Sûriyê hatine plankirin,” û tekez kir ku “ev pirsgirêk rasterast bi ewlehiya Fransa ve girêdayî ye.” Daxuyaniyên Macron piştî ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarek pejirand ku navên Serokê hukumeta veguhêz yê Sûriyê Ehmed El-Şer’i û Wezîrê Navxweyî yê wî Anas Xetab ji navnîşên cezayên NY derxist, hatin. Pêşnûmebiryar ji aliyê 14 endaman ve hate piştgirîkirin, Çîn jî bêalî ma û mafê xwe yê vetoyê bikar neanî.

Macron pêşnûmebiryar wekî “gaveke pir girîng bi girîngiyeke sembolîk a taybetî” beriya serdana el-Şer’i ya roja Duşemê ya bê bo Qesra Spî bi nav kir, û tekez kir ku ev gav “rastbûna stratejiya ku Fransa ji destpêka qonaxa veguhêz li Sûriyê ve dişopîne nîşan dide.”

Macron her wiha tekez kir ku Fransa di nav welatên pêşîn de bû ku biryar da ku bi serokatiya veguhêz a Sûriyê re hevkariyê bike bi armanca vegerandina yekparçeyiya axa Sûriyê, têkoşîna li dijî hilberîna madeyên hişber û komên terorîst, û afirandina şert û mercên ji bo vegera penaberan.

Mijarên Girêdayi

Back to top button