Li bajarê El-Bukemalê, li rojhilatê Dêra Zorê, otomobîleke bombekirî teqiya.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li bajarê El-Bukemalê, li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, teqînek ji ber erebeyek bombekirî çêbûye û li gorî raporên destpêkê di encamê de qurbanî hene.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku teqîn di erebeyeke”Bîk Ab” bi cebilxane barkirî de çêbûye û aîdî Wezareta Parastina Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ye. Ji ber teqînê agir derket û dûmanek stûr ji cihê bûyerê bilind bû.

Vîdyoyên li ser înternetê belav bûne nîşan didin ku erebe piştî teqînê di nav agir de maye, di nav de hişyariya ewlehiyê li derdora wê jî heye.

Heta niha, tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ku sedema teqînê an jî hejmara dawî ya qurbaniyan û windahiyên madî zelal bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button