Lavrov: Putîn û El-Şer’i li ser baregehên leşkerî yên Rûsya yên li Sûriyê axivîn

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Pêncşemê got ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û hevtayê wî yê Sûrî, Ehmed El-Şer’i, di hevdîtina xwe ya li Moskowê de mijara baregehên leşkerî yên Rûsya yên li Sûriyê, li gel mijarên din ên dualî, nîqaş kirine.

Di bersiva pirsekê de li ser gelo di civînê de mijara baregehên Rûsyayê hatiye nîqaşkirin, Lavrov di daxuyaniyên ku ji hêla ajansa nûçeyan a “Sputnik” a Rûsyayê ve hatine ragihandin de rave kir ku “hemû mijar hatine nîqaşkirin”, bêyî ku hûrguliyên din bide.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov berê diyar kiribû ku mijara baregehên leşkerî yên Rûsya yên li Sûriyê, di nav de baregeha hewayî ya Hmêmîm û baregeha deryayî ya Tartusê, di rojeva nîqaşên di navbera her du serokan de ye.

Di hevdîtina xwe ya roja Çarşemê de bi El- Şer’i re, Putîn tekez kir ku Rûsya û Sûriye xwedî têkiliyeke taybet in ku bi dehan salan e, û destnîşan kir ku siyaseta Rûsyay li hember Şamê “her tim li ser berjewendiyên gelê Sûriyê hatiye avakirin.”

Rûsya ji sala 2015an vir ve, dema ku destwerdan kir da ku piştgiriyê bide rejîma berê ya bi serokatiya Beşar Esed, hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê domand, û baregehên wê hîn jî wekî mîhwerek stratejîk a bandorê li rojhilatê Derya Spî ne.

Mijarên Girêdayi

Back to top button