Kuştinên nû li dijî kesên ku bi hevkariya rejîma berê  re li Hama û Helebê hatine tawanbarkirin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî du kuştinên nû yên li dijî sivîlan li bajarên Hama û Helebê tomar kirin.

Li bajarê Hema, welatiyekî  xwediyê ofîseke firotin û kirîna otomobîlan bû, piştî nîvê şevê li taxa Teawuniyê ji aliyê çekdarên nenas ve rasterast hate armancgirtin û  kuştin. Li gorî agahiyan, qurbanî bi hevkariya bi dezgehên ewlehiyê yên rejîma berê re hatibû tawanbarkirin.

Li Helebê jî, sivîlekî din  firoşkarekî cixareyan e,piştî ku du çekdaran li ser motorsîkletê li nêzîkî çerxerêya Aman (berê siyasî) rasterast gule li wî reşandin, hat kuştin. Agahdarî nîşan didin ku qurbanî bi “şebîha” û hevkariya bi hêzên ewlehiyê yên rejîma berê re jî hatibû tawanbarkirin.

Ev bûyer rewşa berdewamiya kaos û bêqanûniya ewlehiyê li deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de nîşan didin, di demekê de ku armancgirtin û kuştinên kesên ku têkiliyên wan bi dezgehên ewlehiyê yên berê re hene zêde dibin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button