Kuştî û Wêran ji ber Teqîna Kefer Texarîmê Ya Gundewarê Idlibê

Roja Çarşemê, di teqînekê de li bajarokê Kefer Texarîm li gundewarê Îdlibê pênc kes hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, ev jî bû sedema wêraniyeke berfireh li avahiyên niştecihbûnê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku tîmên rizgarkirinê û niştecih li bin kavilan lêgerîna kesên winda didomînin, ji ber ku tirs heye hejmara miriyan zêde bibe. Dengê teqînê li seranserê bajêr hat bihîstin.

Xwezaya teqînê hîn ne diyar e, ji bo diyarkirina sedema wê ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku teqîn ji depoyeke cebilxaneyê ya komeke çekdar di nav herêmeke qerebalix de çêbûye, ev yek jî zirarên mirovî û madî zêde kiriye.

Mijarên Girêdayi

Back to top button