Komîteya Lêpirsînê ya li Siwêda girtina endamên Wezaretên Beravaniyê û Hundirîn bi tewanbariya binpêkirinan, radigihîne.

Komîteya Lêpirsînê ya Taybet li Swêda roja Sêşemê ragihand, ku wê hejmarek ji endamên girêdayî Wezaretên Beravaniyê û Hundirîn bi tawanên binpêkirinan li dijî sivîlan, girtine.
Komîteyê piştrast kir, ku lêpirsîn bi girtiyan re berdewam e, da ku hûrguliyên dozên li dijî wan werin eşkerekirin, her wiha tekez kir ku her kesê ku îspat bibe têkiliya wî bi vê yekê heye, cihê wî yê kar çi be, dê berpirsiyar be.



