Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ji nû ve taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji nû ve topên giran avêtin taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê û hin deverên bakurê taxê kirin armanc.
Di vê çarçoveyê de, Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Helebê daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rastî çar êrîşên li pey hev bi dironan re hatin, di encamê de sivîlek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.



