Ji Bo Gotûbêjkirina Vegera Penaberan Almaniya El Şer’i Vexwandiye Berlînê

Şêwirmendê Alman Friedrich Merz Serokê Hukumeta Veguhêz yê Sûriyê Ehmed El Şer’i vexwendiye Almanya ji bo hevdîtinên li ser dersînorkirina penaberên Sûrî, bi taybetî yên ku li Almanya bi sûcan hatine mehkûmkirin, û her weha rêbazên vegerandina aramiyê li Sûriyê.
Di serdana bajarê Hosum li Schleswig-Holstein roja Duşemê de, Merz diyar kir ku “şerê li Sûriyê bi dawî bûye, êdî ti mafek ji bo xwestina penaberiyê li Almanya nema ye” û got ku welatê wî dikare “operasyonên dersînorkirinê dest pê bike”.
Şêwirmendê Alman, serokê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan, diyar kir ku welatê wî dê beşdarî hewildanên ji bo pêşvebirina aramiyê û ji nû ve avakirinê li Sûriyê bibe, û hêviya xwe anî ziman ku “hejmareke mezin ji penaberan dê bi dilxwazî vegerin da ku beşdarî ji nû ve avakirina welatê xwe bibin.” Wî zêde kir, “Bê van kesan, ji nû ve avakirin ne gengaz e.
Ji bo kesên ku red dikin vegerin, bê guman em dikarin di pêşeroja nêzîk de wan dersînor bikin.” Ev gotinên Merz wek bersivek ji bo şîroveyên Wezîrê Derve yê Alman Johannes Wadephul hatin, ku di serdana xwe ya deverên wêranbûyî yên nêzîkî Şamê de guman li ser îhtîmala vegera hejmareke mezin ji penaberên Sûrî di demek nêzîk de anîbû ziman. Wadephul wê demê got, “Li vir, mirov bi zorê dikarin bi rûmetek rastîn bijîn.”
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Alman, heta Tebaxa borî, nêzîkî 951,406 Sûrî li Almanya diman, di nav de 920 kesên ku neçar bûn ku welêt berdin û destûra rûniştinê ya demkî tunebûn.
Li Sûriyê, hêzên opozîsyonê nêzîkî salek berê Serokê berê Beşar Esed ji serweriyê dûr xistin û hikûmetek veguhêz bi serokatiya Ehmed El-Şer’i ava kirin.
Biryar e ku El-Şer’i hefteya bê serdana Dewletên Yekbûyî bike da ku li Qesra Spî bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re bicive, berî ku biçe Berlînê.



