Ji ber topbarana taxa Eşrefiyê ya Helebê nexweşxaneya Osman ji xizmetê derket

Nexweşxaneya Osman li taxa Eşrefiyê ya Helebê îro piştî ku rasterast hate topbarankirin, ji xizmetê derket, neçar ma ku hemû xizmetên bijîşkî rawestîne. Ev pêşketina xeternak êşa sivîlên li herêmê girantir dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku topbaran ji hêla komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ve hatiye kirin, zirarên giran dane beşên nexweşxaneyê. Heta niha tu agahiyên piştrastkirî derbarê hejmara qurbaniyan de tune ne.

Li gorî çavkaniyan, ev kom bi awayekî sîstematîk binesazî û cihên xizmetguzariyê li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd armanc digire, êrîş bi topxane û obîsan bedewam dike.

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, di nav de Firqeya Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Tevgera Nour el-Dîn el-Zenkî, ku piştgiriya rasterast ji dewleta Tirkiyê digirin, topbaran bi dijwarî li van taxan didomînin, gefê didin jiyana sed hezaran sivîlan û rewşa mirovî li Helebê hîn xirabtir dikin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button