Hinardekirina petrola Kurdistanê piştî rawestandina du salan ji nû ve dest pê dike

Hewlêr – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ragihand ku piştî rawestandina zêdetirî du salan ji ber nakokiyên siyasî û yasayî yên bi Bexdayê re, hinardekirina petrola herêmê bo bazarên cîhanî bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê ji nû ve dest pê dike.

Di konferansekê de li Hewlêrê, Barzanî got ku peymana bi hikûmeta federal re “destkeftiyeke mezin e ku xizmeta hemû Iraqiyan dike”, û spasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo piştgiriya wê kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Petrolê ya Federal piştrast kir ku hinardekirin di sibeha roja Şemiyê de “bi nermî” ji nû ve dest pê kir. Rêvebirê şîrketa “SOMO” rave kir ku hinardekirina rojane dê bigihîje nêzîkî 190,000 bermîlan, û 50,000 bermîl ji bo xerckirina navxweyî têne veqetandin.

Hinardekirina herêmê di Adara 2023-an de piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya li Parîsê hate rawestandin ku ji Tirkiyê xwest ku bêyî erêkirina Bexdayê anîna petrolê rawestîne, û ev yek nakokiya di navbera Hewlêrê û hikûmeta federal de girantir kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button