Hêzên Amerîkî li Gundewarê Dêra Zorê Rastî Êrîşeke Çekdarî hatin

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çekdaran roja Şemiyê dema ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê dewriyeke hevbeş pêk dianîn, karwaneke Amerîkî armanc girtin.

North Press ragihand ku êrîşkaran li nêzîkî gundê El-Masrî, li bakurê bajarokê El-Busayra, gule li maşîneyên Amerîkî reşandine, di heman demê de hêzan bi çekên navîn yên li ser wesayîtên xwe siwar bûne bersiv dane agir. Raporê destnîşan kir ku êrîşkar li zeviyek nêzîkî rêya dewriyê xwe veşartine.

rayedarên hevpeymaniya navneteweyî şaneyên DAIŞê bi wê yekê tewanbar kirin ku li pişt êrîşê ne, û piştrast kir ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye vekirin.

Her çend hevpeymaniya navneteweyî di demên dawî de hin baregehên xwe yên li gundewarê Dêra Zorê vala kir jî, dewriyên wê yên leşkerî bi berdewamî li herêmê dixebitin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button