Hêzek Îsraîlî derbasî gundewarê Qunêtra dibin û cihekî leşkerî yê nû ava dikin.

Li gorî çavkaniyek herêmî, roja Sêşemê, hêzek artêşa Îsraîlê bi karanîna wesayîtên leşkerî û tankan derbasî deverên gundewarê bakurê Qunêtra dibe û li ser rêya bajarokên Cebe û Samdaniya Şerqiyê bi hev ve girêdide, cihekî leşkerî yê nû ava dike.

Çavkanî ji North Press re got ku hêza Îsraîlê rê li ber niştecihan girtiye ku rê bikar bînin da ku bigihîjin cihên karê xwe, ev yek jî bûye sedema zêdebûna aloziyê li herêmê. Çavkaniyê zêde kir ku ev êrîş bi firîna balafireke keşfê ya Îsraîlê re hemdem bûye, tirsên niştecihan hîn zêdetir kiriye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, niştecihên gundewarên Qunêtra û Dera ji ber êrîşên dubare yên Îsraîlê, hema hema rojane bûne, ji bê aramiya berdewam dikişînin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button