Hewldanên Dorpêçkirina Kobanê û Pevçûnên Dijwar li Nêzîkî Eyn Îsa

Herêmên rojavayê Eyn Îsa rastî zêdebûna leşkerî ya berdewam tên, ku çeteyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê hewl didin ku pêşve biçin û bajarê Kobanê li herêma Firatê dorpêç bikin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li dora Eyn Îsa pevçûnên dijwar hene, tê de çekên curbicur ên giran û sivik têne bikar anîn, ji ber ku ev kom dixwazin ber bi Kobanê ve biçin û li dora wê dorpêçeke leşkerî deynin.
Çavkaniyan piştrast kirin ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li gel şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), êrîşan paşve dixin û hewlên xwe didomînin da ku pêşî li her pêşveçûnek ber bi bajêr ve bigirin û hewldanên dorpêçkirinê pûç bikin.
Li gorî çavkaniyên meydanî, di pevçûnan de ji her du aliyan ve mirin û birîndarî çêbûne, di heman demê de xetên pêşîn di rewşa hişyariyê de ne, ji ber tirsa ku şer belavî deverên din ên bakurê Sûriyê bibe.



