Hewldaneke revîna girseyî ji Kampa el-Hol li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate pûçkirin

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku rayedarên kampa el-Hol li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hewldaneke revîna girseyî ya 34 jin û zarokên Sûrî, têk birin. Tîmên ewlehiyê wan girtin û bê ku bûyerek çêbibe vegerandin kampê, aliyên peywendîdar li ser rewşa bûyerê lêpirsînek dane destpêkirin.



