Gurbûna leşkerî ya sînorkirî li gundewarê rojhilatê helebê, aramiyeke hişyar îro sibehê

Gundwarê rojhilatê Helebê piştî nîvê şevê di navbera Pêncşem û Înê de rastî gurbûneke nû hat, bi topbarana bêserûber ji aliyê çeteyên hukimeta veguhêz li ser bajarê Dêr Hafirê, pevçûnên li eniya el-Keyariyê-Meskenê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li rojhilatê bajêr derketin holê.
Çavkaniyên meydanî ragihandin ku di dema pevçûnan de çekên navîn û giran hatine bikaranîn, lê hîn tu agahiyên piştrastkirî derbarê kuştî û birîndarên di nav çeteyên hukimeta veguhêz de derneketine holê.
Îro sibê, li seranserî gundewarê rojhilatê Helebê aramiyeke hişyarî hebû, di nav bendewariya pêşketinên li ser erdê û gengaziya pevçûneke nû de.
Di pêşveçûnek têkildar de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh êvarê ragihand ku derdora gundên Resim el-Krûm û el-Îmam, li bakurê Dêr Hafirê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve rastî topbaranê hatine, deverên çandiniyê yên li dora gundan armanc girtine.
Li gorî çavkaniyan, topbaran tirs û panîkek berfireh di nav niştecihan de çêkiriye, bê ku tu qurbaniyên piştrastkirî nehatine ragihandin. Zirar bi milk û erdên çandiniyê ve sînordar bû. Çavkaniyan zêde kirin ku ji ber gurbûna leşkerî ya demkî li herêmê, hejmarek sivîl ji tirsa nûbûna topbarana demkî malên xwe hêştin.



