El-Şeybanî piştgiriya Barak teqdîr dike û dibêje: Dengê Sûriyan gihîştiye Washingtonê

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî piştgiriya Nûnerê Taybet ê Amerîka yê li Sûriyê Tom Barak teqdîr kir û tekez kir ku serdana şandeya Sûriyê ya Washingtonê derfeteke girîng bû, ji bo gihandina dengê Sûriyan ji Kongres û Wezareta Derve ya Amerîka re.
El-Şeybanî wêneyekî xwe yê bi Barack re li ser hesabê xwe yê” X” belav kir, û spasiya xwe ji bo beşdariya wî ya çalak di serdanê de anî ziman, ku tê de ala Sûriyê li ser balyozxaneya Sûriyê li Washingtonê hate bilindkirin, û ev yek wekî “peyamek serbilindî û teqdîrkirinê ji bo gelê Sûriyê” bi nav kir.
Her wiha wezîr got hevdîtinên bi rayedarên Amerîkî re derfet da mijarên Sûriyan yên li ser qada navneteweyî werin nîşan dan û tekez kir ku “Sûriyê her tim hêjayî ya herî baş e.”
Serdaneke Dîrokî
El-Şeybanî roja pêncşemê ya borî gihîşt Washingtonê, serdaneke ku wekî “dîrokî” hatiye binavkirin, ji ber ku ev serdan di 25 salan de yekem serdaneke wezîrekî derve yê Sûriyê ye, li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Sûriyê, serdan wekî “gaveke girîng” di têkiliyên Sûrî-Amerîkî de piştî dehsalan ji dûrketinê bi nav kir.
Danûstandinên Fermî
Di daxuyaniyê de hat ravekirin ku di hevdîtinan de rêyên ji nû ve girêdana aboriya Sûriyê bi pergala darayî ya cîhanî re bi “awayekî berpirsiyar û ewle” hatine nîqaşkirin, bi vî awayî hewldanên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî fînansmana terorê zêde bûne.
Di hevdîtineke fermî de ku roja Înê pêk hat, El-Şeybanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Christopher Landau re civiya, li wir her du aliyan têkiliyên dualî û perspektîfên pêşxistina wan nîqaş kirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Landau û Nûnerê Taybet ê Sûriyê bi El-Şeybanî re li ser pêşeroja Sûriyê, têkiliyên Sûrî-Îsraîlê û pêkanîna peymana bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re nîqaş kirin.



