El-Şer’i li Washingtonê bi Trump re Dicive Ji bo Gotûbêjkirina Pirsgirêkên Siyasî, Aborî û Ewlehiyê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump roja Duşemê li Qesra Spî bi Serok hukumeta veguhêz yê Sûriyê Ehmed El-Şer’i re civiya, serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dike, ev yekem serdana fermî ya serokekî Sûriyê ye bo Washingtonê di dehsalan de.
Li gorî daxuyaniyek Qesra Spî, di civînê de rêyên ji bo zêdekirina hevkariyê li ser mijarên siyasî, ewlehî û aborî, û her weha tevlîbûna fermî ya Sûriyê bo hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û temamkirina rakirina cezayên li ser Şamê hatine sepandin, hatin nîqaşkirin.
Çend roj berê, Trump nîşan da ku wî gavên ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyê avêtine, û baweriya xwe anî ziman ku El-Şer’i karekî baş dike di rêberiya qonaxa veguhêz de, li gorî raporên medya Amerîkî.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Ragihandina Sûriyê diyar kir ku armanca serdana El-Şer’i xurtkirina têkiliyên dualî bi Washingtonê re û tekez li ser girîngiya rakirina cezayên aborî, nemaze yên bi Qanûna Sezar ve girêdayî, da ku rê bide vegera çalakiya veberhênanê û piştgirîya vejîna aborî bike.
Di serdana xwe ya Washingtonê de, serok hukumeta veguhêz yê Sûriyê bi Rêveberê Giştî yê sendîqeya Pereyan a Navneteweyî re jî civiya, li wir wan li ser veguherîna aborî ya Sûriyê û rêbazên piştgiriya saziyên darayî di qonaxa başbûnê de nîqaş kirin. El-Şer’i her wiha civînek berfireh bi civaka Sûriyê ya li Dewletên Yekbûyî re li dar xist, ku Wezîrê Derve Esed Hesen El-Şeibanî û Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê li Sûriyê Thomas Barrack beşdar bûn.
Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Olabî, ji El-Arabiya re got ku serdana El-Şer’i ya Qesra Spî “gaveke girîng di pêvajoya ji nû ve avakirina têkiliyên Sûriyê-Amerîkî de temsîl dike”, û destnîşan kir ku civîn bi giranî li ser mijarên aborî û ewlehiyê sekinî.



