El-Şer’i Dê Di Demek Nêz De Serdana Washingtonê Bike Ji Bo Nîqaşkirina Pêşeroja Sûriyê Û Têkiliyên Herêmî

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyê, Tom Barrack, roja Şemiyê ragihand ku Serokê hukumeta veguhêz yê Sûriyê Ehmed El-Şer’i dê di demek nêz de serdana Washington bike, wekî beşek ji hewldanên dîplomatîk ji bo lêkolîna rêyên xurtkirina hevkariya ewlehiyê û nîqaşkirina pêşeroja têkiliyên di navbera her du welatan de.
Li gorî Reutersê, Barrack ji rojnamevanan re li kêleka foruma Diyaloga Manama li Behrênê got, “Em hêvî dikin ku di vê serdanê de, Sûriyê dê tevlî hevpeymaniya bi serokatiya Amerîka bibe da ku DAIŞê têk bibe.”
Ajansa nûçeyan a Axios ragihand ku rêveberiya Trump hewl dide ku berî dawiya vê salê di navbera Îsraîl û Sûriyê de peymanek ewlehiyê bi dest bixe, û piştî serdana pêşbînîkiriya El-Şer’i ya Washingtonê, tê temxînkirin ku gera nû ya danûstandinan pêk were.
El-Şer’i di Gulana borî de li Riyadê, bi amadebûna Prensê Tac ê Siûdî Mihemed bin Selman, bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump re civiya, ev yekem hevdîtina di navbera serokên her du welatan de di zêdetirî 25 salan de bû. Her du rêber di Îlona borî de li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dîsa civiyan.
Ev gav di nav hewldanên zêde yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de ji bo ji nû ve entegrekirina Sûriyê di pergala herêmî û navneteweyî de tên. Washington dixebite ku cezayên mayî yên ku di bin Qanûna Caesar de hatine sepandin, wekî beşek ji Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî ya ku niha li Kongreyê tê nîqaşkirin, rake.
Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî piştrast kir ku rêveberiya Trump “pêşwaziya her veberhênan an tevlêbûnê li Sûriyê dike ku piştgiriyê dide derfeta hemî Sûriyan ji bo avakirina welatekî aram û serfiraz.”
Çavkaniyên dîplomatîk nîşan didin ku Washington li ser hikûmeta El-Şer’i wekî hêmanek sereke di stratejiya xwe ya nû ya Rojhilata Navîn de hesab dike, armanc dike ku aramiya mayînde bi dest bixe û encamên şerê Sûriyê, ji deh salan zêdetir dom kiriye, bi dawî bike.



