Du sivîl ji ber armancgirtina droneke xwekuj herêma El-Şiqêf li taxa Şêx Meqsûd a Helebê birîndar bûn

Du sivîl dema ku droneke xwekuj a komên alîgirê Hukumeta Veguhêz a Sûriyê herêma El-Şiqêf, li bakurê taxa Şêx Meqsûd a Helebê hedef girt, birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dron rasterast herêm hedef girtiye, di encamê de Mihemed Redwan Îbrahîm û Rêzgar Redwan Îbrahîm birîndar bûn.
Çavkaniyan zêde kirin ku birîndaran ji bo dermankirinê veguhestine Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir li herêma Eşrefiyê û derbarê rewşa wan de tu agahiyên din heta niha tune ne.



