Di Teqînekê De Li Gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê Sê Kes Hatin Kuştin, Neh Jî Birîndar Bûn

Li gorî çavkaniyên herêmî, roja Çarşemê, dema ku teqemeniyek li ser otobuseke leşkerî ya Wezareta Parastina Sûriyê li ser rêya sereke ya di navbera bajarên Dêra Zorê û El-Meyadînê de, li nêzî gundê Se’lû li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê teqiya, sê kes jiyana xwe ji dest dan û neh kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kirin ku teqînê otobus bi tevahî zirar dîtiye, di heman demê de ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn, da ku birîndaran veguhezînin nexweşxaneyên nêzîk. Wan destnîşan kir ku hin ji birîndaran di rewşek krîtîk de ne, ku gengaza hejmara miriyan zêdetir bibe.
Çavkaniyan destnîşan kirin kesê êrîş pêkanîne endamên şaneyên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bin yên ku li herêmê çalak in, ku çeper û wesayîtên hêzên hikûmetê carinan armanc digirin.
Ev êrîş piştî bûyerek mîna hev a 2-ê Cotmehê tê, dema ku teqemeniyek di kamyonek biçûk de ku endamên Firqeya 86-an a Wezareta Parastinê li ser heman rêyê li nêzî xaçerêya gundê El-Toub hildigirt teqiya, du endam birîndar bûn.



