Di Navbera Peymanên Xeyalî û Sozên Vala de, Sûriyê ji Hundir ve Hilweşiye

Tevî daxuyaniyên fermî yên dubarekirî li ser hatina veberhênerên nû û îmzekirina peymanên bazirganiyê yên mezin, aboriya Sûriyê hîn jî pir lawaz e. Rastiya li ser erdê berevajî vê yekê nîşan dide. Gelek ji van veberhênanan bi rêya şîrketên nenas an xeyalî derbas dibin, di heman demê de Sûrî di bin giraniya enflasyonê ya teng rojên xwe bi zehmetî didomînin, hilweşîna hêza kirînê û girêdayîbûna hikûmetê bi piştgiriya derve re ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên herî kêm
Raporên çapemeniya serbixwe eşkere kirine ku hin ji peymanên ku têne pêşve xistin tenê reklamên medyayê ne. Şîrketa UBAKO ya ku tê îdiakirin, ku veberhênanek bi milyaran dolarî ragihandiye, derket holê ku şîrketek Îtalî biçûk û nû qeydkirî ye û ne xwedî tecurbeye. Derket holê ku şîrketa Tirkî “Polidef”, ku pêşxistina Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ya bi 4 milyar dolarî ragihandiye, navnîşana wê ya li Stenbolê şaş e û malpera wê ti agahdahiyên rastîn lê tune ye. Ev mînak gumanan xurt dikin û rastbûna vegotinên jorîn piştrast dikin, û diyar dikin ku veberhênanên ku hatine ragihandin bandorek berbiçav li ser aboriyê nakin û li şûna wê berjewendiyên taybet an danûstandinên darayî yên nezelal vedişêrin.
Li çend bajaran, wek Hums, Hema û Dêra Zorê, hikûmeta Ehmed El-Şera di bin sîwana piştgiriya ji nû ve avakirinê, piştgiriya malbatên hewcedar û lênêrîna tenduristiyê de kampaniyên bexşînê yên gelêrî da destpêkirin. Lêbelê, çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku ev kampanî tenê ji bo ji nû ve vegerîna pereyan e, ku armanc dikin bala mirovan ji rastiya kêmbûna aborî dûr bixin, biha weke xwe mane û êşa welatiyan zêde bûye.
Di raporên mediyayê de hat gotin ku kampanya bexşînê tenê ji bo ji nû ve bikaranîna van pereyan û bi rastî jî ji bo hin projeyan bikaranîna wan û pêşvebirina wan di medyayê de ye, piştire jî yên mayî ji bo veguheztina hesabên li bankên biyanî yên hin kesên gumanbar ên ku bê pêşeroj in û xwedî dîrokek tijî terorîzmê ne.
Krîz gihîşt lûtkeya xwe dema ku hikûmet neçar ma ku ji bo dayîna mûçeyên karmendan xwe bispêre piştgiriya derve. Di Gulana 2025an de, hikûmetê ragihand ku Qeter dê ji bo sê mehan nêzîkî 29 milyon dolar mehê bide da ku mûçeyên beşa giştî di tenduristî, perwerde û karûbarên civakî de, ji bilî muçeyên ne-leşkerî, bide. Li gorî raporên navneteweyî, ev alîkarî, her çend girîng be jî, tenê %20ê zêdebûna mûçeyan a sozdayî vedihewîne, ku ev yek lawaziya daraya giştî ya Sûriyê û girêdayîbûna wan bi çavkaniyên derve nîşan dide.
Tevî pêşvebirina planên ji nû ve avakirinê jî, lîreya Sûrî bêguherîn ma, bi kêmanî başbûnek çêbû. Di Tebaxa 2025an de, planên derxistina pereyek nû hatin eşkerekirin ku du sifir ji pereyê heyî werin rakirin, û hem nirxê kevin û hem jî yê nû heta dawiya 2026an di nav gerê de bin.
Lêbelê, pisporên aborî, di nav de Karam Şear, tekez kirin ku ev gav dê nirxa rastîn a diravî neguherîne, û ew tenê çareseriyek teşeyî ye ji bo pirsgirêkek avahîsaziyê ye. Enflasyon, nebûna reformên darayî, û gendeliya kûr hêmanên girîngtir in, ji her xemilandineke dîjîtal dimînin.
Serokê Banka Navendî Abdelkader El-Hasriya, bi piştrastkirina jorîn, tekez kir ku jêbirin dê nirxa rastîn a diravî neguherîne, ev tê vê wateyê ku hêza kirîna welatiyan dê bi rakirina sifiran bixweber baştir nebe.
Di encamê de, rakirina sifiran û derxistina pereyek nû dibe ku barê danûstandinên pereyan sivik bike, lê ew sedemên bingehîn ên pirsgirêkê çareser nake, wekî enflasyon, hilberîna navxweyî ya qels, têkçûna anîna ji derve, xercên kaotîk ên hikûmetê û gendelî.
Di navbera nakokiyên etnîkî û mezhebî yên ku li dijî kêmneteweyan hatine pêşxistin û seferber kirin, destwerdanên herêmî û peymanên xeyalî, kampaniyên bexşînê yên teşeyî, spartina ser derve ji bo peydekirina muçeyan, wêne zelal dimîne: aboriya Sûriyê pir sist e û ji başbûnê dûr e. Sozên ji bo pereyek nû an peymanên mezin ji hewldanên kozmetîkî yên ji bo veşartina rastiya jiyanek xizan wêdetir ne tiştek in. Ji bo Sûriyê, tenê rastiya domdar bihayên rojane yên bilind, hilweşîna hêza kirînê, û hêviya kêmbûyî ya reformên aborî yên rastîn di pêşeroja nêzîk de ne.



