Di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî de ji bo Kêmkirina Rageşiyê li Helebê, civînek li darket

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re civînek li dar xistin da ku li ser rêbazên kêmkirina rageşiyê û bicîhanîna rêkeftina ku di derbarê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê de hatiye bidestxistin nîqaş bikin.
Di civînê de, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, li gel endam û serbazên ji komîteya Hukumeta Dekî ve, amade bûn.
Gotûbêjkirina Rageşî û Kombûna Leşkerî
Di civînê de li ser rageşiyên dawî yên li bajêr, bi taybetî kombûna leşkerî ya li dora her du taxan, nîqaş hat kirin, di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûnê bi şertên rêkeftina 1ê Nîsanê, hat kirin.
Bendên rêkeftina berê
Rêkeftin pêşxistina jiyana hevbeş, parastina niştecihan, pêşîgirtina li xwepêşandanên çekdarî û rêkxistina ewlehiya navxweyî dihewîne. Armanca wê ew e ku her du taxan aram bike û ewlehiya sivîlan misoger bike.
Encam û Pêşniyar
Herdu alî li hev kirin ku li dora her du taxan aloziyê kêm bikin û kombûnên leşkerî bi dawî bikin. Her wiha wan li hev kir ku civînên her demî di navbera komîteyên peywendîdar de li dar bixin, da ku bicîhanîna rêkeftinê bişopînin û berdewamiya wê misoger bikin.



