Desteya Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Tebqa qedexeya derketina derve ya tevahî ferz kirin

Desteya Ewlekariya Hundirîn îro ragihandin ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê û parastina berjewendiya giştî, li parêzgeha Tebqa, ku bajarên Tebqa, Mensûra û Curniyê digire nav xwe, qedexeya derketina derve ya tevahî ferz kirin.
Deste agahdariyeke fermî ya bi hejmara 3 derxist ku tê de ev tişt hene:
1. Li parêzgeha Tebqa (Tebqa, Mensûra û Curniyê) qedexeya derketina derve ya tevahî dê were sepandin.
2. Ji welatiyan tê xwestin ku li gorî agahdariyê tevbigerin û bi rayedarên peywendîdar re hevkariyê bikin da ku ewlehiya giştî misoger bikin.
3. Qedexeya derketina derve dê ji roja vê agahdariyê heta agahdariyeke din di meriyetê de be.



