Çekdaran rêya Şam-Siwêda li nêzîkî devera Matla girtin

Rêya sereke ya Şam-Siwêd ev roja duyem e rastî rageşiyeke ewlehiyê tê piştî ku komên çekdar ên ji eşîrên Koçer roja pêncşemê, rê li nêzîkî devera Matla girtin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, tevî ku hikûmeta veguhêz ragihandiye ku rê ji nû ve hatiye vekirin jî, ew rê hîn jî bi pratîkî girtî ye, û trafîk bi hejmareke erebeyên alîkariyê ve sînordar e.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku piştî ku endamên “rêbenda Adliyê” rê li ber endamên eşîran girtin ku derbasî Şamê bibin, alozî dest pê kir. Ev yek bû sedem ku ew dîsa rê bigirin û daxwaz bikin ku ew were ewlekirin û piştî koçberiyê vegera wan bo malên wan were garantîkirin.
Di çarçoveyeke têkildar de, rapor derketin holê ku li Siwêday binpêkirinên rêkeftina agirbestê hene, di nav de armancgirtina bajarokê Ara, rojavayê parêzgehê, ji deverên bajarokê Xirbet Samar, bê ku raporên derbarê qurbaniyan de hebin.



