Binpêkirinên berfereh li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê talan û kuştinên bê dadgeh dihewîne

Talan û dizîna mal û milkê xelkê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewam dike, piştî koçberbûna niştecihan ji ber êrîşên dawî yên çeteyên hikumeta veguhêz ên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin.
Şahidên bûyerê ragihandin ku di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên çeteyan li dijî sivîlan de, çend niştecihên her du taxan, di nav de ciwanekî bi navê Basêl, bê dadgeh, hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên hkumeta veguhêz ala Tirkiyê li ser xala kontrolê berê ya Ewlekariya Navxweyî li Kolana Selahedîn û her wiha li ser çend avahiyên encumenê yên di nav her du taxan de jî bilind kirine.
Di çarçoveya mirovî de, Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku ji 11ê Kanûnê vir ve zêdetirî 1229 kes, di nav de 298 zarok, ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ber bi civak û stargehên kolektîf li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê koçber bûn.
Ji aliyê xwe ve, Nivîsgeha Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji ber êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, di rewşa xirabûna rewşa mirovî û zehmetiya vegera niştecihan bo malên xwe, nêzîkî 120,000 kes bêwar mane.
Di heman demê de, Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, ragihand ku hejmara kesên winda ji ber êrîşan 500î derbas bûye, hişyarî da ku xetereyên mezin li ser jiyana sivîlan û çarenûsa windayan hene ji ber ku binpêkirin berdewam dikin.



