Belavbûna çekên bêkontrol xeterî li zanîngehên Sûriyê zêde dike

Zanîngehên Sûriyê vê dawiyê rastî rêze bûyerên tundûtûjî hatine, di bandoreke berdewam de ya a şerê 14 salan li ser kampusên zaningehê nîşan dide. Li gorî çavdêran, ev yek zaningehê datîne hember mezintirîn dijwarî ji dema demazirandinê de.

Van bûyeran bandor li ser mîsyona perwerdehiyê ya zanîngehan kiriye, hin saziyan ji fenerên zanînê veguherandine qadên ji bo çareserkirina hesaban, bandorek neyînî li ser kalîteya perwerdehiya bilind û rewşa wê ya herêmî û navneteweyî kiriye.

Li Zanîngeha Şamê, endamên desteya perwerdahiyê yên fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî roja Yekşema borî ji bo şermezarkirina hewldana kuştina Emîda fakulteyê, Dr. Elî el-Lehem, piştî ku çekdaran êrîşî kampusê kirin û bombeyek avêtin ku neteqiya, xwepêşandanek li dar xistin.

Profesor Dr. Muslim el-Yûsif jî hefteya borî li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê başûrê Îdlibê ji hewldanek kuştinê sax filitî. Ev bûyer bi raporên armanckirina xwendekarên Durzî li Siwêda re hemdem bûn, ku belavbûna tundûtûjiyê û bandora rewşa giştî li ser zanîngehan nîşan dide.

Çavdêr û akademîsyen, di nav de Dr. Taysîr El-Mesrî, serokê Beşa Hesabdariyê li Zanîngeha Şamê, dibînin ku belavbûna çekên bê rêzikname û nebûna cezayên astengker sedemên sereke yên li pişt vê diyardeyê ne, li gel çandeke civakî ku rêzgirtina ji bo qanûn û karmendên akademîk têk dide. Wan zêde kir ku berdewamiya tundûtûjiyê jêhatiyên akademîk ber bi koçberiyê ve dibe, ku dibe sedema kêmasiya hînkirinê û kêmbûna kalîteya perwerdehiyê.

Piştî armancgirtina Emîdê Fakulteya Wêjeyî, Wezîrê Xwendina Bilind Merwan El-Helebî “xemgîniya xwe ya kûr” anî ziman, û tekez kir ku lêpirsîn dê were şopandin û dê tedbîrên qanûnî werin girtin da ku berpirsiyar werin hesabpirsîn û zanîngeh û karmendên wan werin parastin.

Akademîsyên, di nav de Dr. Mecdî El-Cemûs ji Fakulteya Aboriyê li Dera û Dr. Ebdulrehman Mihemed ji Zanîngeha Hema, banga vegerandina çanda zanîngehî, xurtkirina cezayên astengker, avakirina yekîneyên ewlehiyê yên serbixwe û pispor li kampusa zaningehê, û derxistina qanûnek ku tundûtûjiya li dijî zanîngehan sûcdar dike, kirin.

Wan hişyarî da ku belavbûna berdewam a çekan û tundûtûjiya bêrêkûpêk di nav zanîngehan de dibe sedema koçberiya karmendên jêhatî, kêmbûna baweriya navneteweyî bi bawernameyên Sûrî, û windakirina cihêrengiya çandî û akademîk a zanîngehan.

Wan tekez kir ku parastina zanîngehan veberhênanek di pêşeroja tevahiya Sûriyê de ye, û ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê çalakiya kolektîf di navbera hikûmet, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl de pir girîng e.

Mijarên Girêdayi

Back to top button