Balyozxaneya Sûrî: El-Şera wê serokatiya şandeya Sûriyê ji bo Lûtkeya Rûsî-Erebî li Moskowê, bike

Balyozxaneya Sûriyê li Moskow roja Çarşemê ragihand ku Ehmed El-Şera dê serokatiya şandeya welatê xwe bike û beşdarî Lûtkeya Rûsî-Erebî bibe ku biryar e di 15ê Cotmehê de li paytexta Rûsya, Moskowê, were lidarxistin.
Ev dê yekem civîna bilind a bi vî rengî di navbera Rûsya û welatên Ereb de be, bi beşdarbûna nûnerên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, û her wiha hin welatên Rojhilatê Afrîka yên endamên Komela Dewletên Erebî.
Demeke berê, berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov piştrast kir ku Moskowê vexwendnameyeke fermî pêşkêşî hikûmeta Sûriyê kiriye da ku beşdarî lûtkeyê bibe.
Daxuyaniya balyozxaneya Sûriyê wiha ye: “Wekî ku duh di civîna çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Cîgirê Serokwezîrê Rûsya Alexander Novak û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed el-Şeybanî de li Şamê hate ragihandin, Sûriyê bi serokatiya Ehmed el-Şera ji şandeyê re dê beşdarî lûtkeya Rûsî-Erebî ya bê bibe.”



