Bakur-rojhilatê Sûriyê Di Nav Sînorkirinên Nû yên Hikûmetê De Rastî Krîza Dermanan Tê

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Çarşemê Hikûmeta Vegyhêz ya Sûriyê bi sepandina sînorkirinên tund li ser ketina derman û pêdiviyên bijîşkî bo deverên xwe tawanbar kir, hişyarî da ku tedbîrên nû bûne sedema kêmbûna giran a pêdiviyan û bilindbûna bihayê derman û xizmetên tenduristiyê.

Di daxuyaniyekê de ji hêla Ajansa North Press ve hat weşandin, Desteyê got ku girtina derbasgeh û rêyan di navbera deverên Rêveberiya Xweser û deverên ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve têne kontrol kirin “şert û mercên sînordar ên ku di salên berê de serdest bûn ji nû ve vegerandiye”, destnîşan kir ku ev yek rê li ber dabînkirina derman, hilberên bijîşkî û amûran bo bakur û rojhilatê welêt girtiye.

Daxuyaniyê zêde kir ku niştecihên herêmê “li ser başbûna şert û mercan piştî hilweşîna rejîma berê geşbîn bûn”, û rave kir ku barkirinên dermanan ji deverên ji hêla hikûmetê ve têne kontrol kirin berê bi xercên zêde yên ku digihîştin nêzîkî 450 dolaran ji bo her metrekupek, berî ku tevgera pêdiviyên bijîşkî piştî rakirina hin xalên kontrolê yên ewlehiyê yên aîdî Firqeya Çaremîn bi demkî baştir bibe, dihatin kirin. Lêbelê, dezgeha tenduristiyê diyar kir ku girtina rêyan ji aliyê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ve ji nû ve bûye sedema “vegera krîza bijîşkî”, û kêmbûna derman û pêdiviyên girîng girantir kiriye, ku bandor li ser bihayên dermanan û xizmetên dermankirinê kiriye.

Desteyê eşkere kir ku hejmarek nexweşên giran nekarîne bigihîjin nexweşxaneyên Şamê ji bo dermankirinê, û di encamê de du nexweşên ku nekarîne di wextê xwe de rêwîtiyê bikin mirin.

Di daxuyaniya xwe ya dawîn de, dezgeha tenduristiyê banga veqetandina pirsgirêkên mirovî ji nakokiyên siyasî kir, tekez kir ku “tenduristiya mirovan divê nebe dîlê ji nakokiyên siyasî re”, û daxwaza vekirina hemî rê û derbasgehan kir da ku herikîna domdar a pêdiviyên bijîşkî were misoger kirin û jiyana nexweşan were rizgarkirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button