Artêşa Lubnanî: Dewriyek ji aliyê Sûriyê ve hate gulebarankirin, birîndarî tune ne

Artêşa Lubnanî roja Yekşemê ragihand ku dewriyeke wê ji aliyê Sûriyê ve li herêma El-Mûşrefê-Hermel rastî gulebaranê hat, bê ku birîndaî hebin.

Fermandariya Artêşê – Rêveberiya Rênîşanî di daxuyaniyekê de got ku “di 14ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, dema ku yekîneyeke artêşê li herêma El-Mûşrefa-Hermel dewriyekê dikir, ji aliyê Sûriyê ve rastî gulebaranê hat.”

Daxuyaniyê zêde kir ku endamên dewriyê gule berdane û ti leşker birîndar nebûne.

Artêşê diyar kir ku piştî bûyerê, di navbera wê û rayedarên Sûriyê yên têkildar de têkilî hatine danîn, piştrast kiriye ku rewş vegeriya normaliyê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button