Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de piştrast dike ku civînek rêberên Hamasê li Doha armanc girtine û Xelîl el-Heya kuştine.

Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku Hêza Hewayî ya Îsrayîlê îro li paytexta Qeterê, Doha, êrîşeke hewayî pêk anîne, û civînek ku çend fermandarên Hamasê, di nav de Mihemed Derwîş, Mûsa Ebû Merzûk, Husam Bedran û serokê tevgera Hamasê Xalid Meşal jî hebûn, armanc girtine, dema ku ew li ser mijarên danûstandinê nîqaş dikirin.

Reyadarên Îsraîlî piştrast kirin ku di êrîşê de Xelîl el-Heya, serokê mekteba siyasî ya tevgerê, û Zaher Cebarîn, endamê tevgerê, hatine kuştin.

Daxuyaniya artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku êrîş rasterast endamên rêveberiya Hemasê yên ku li dijî Îsraîlê operasyonên dijminane pêk tînin armanc girtiye û tekez kir ku ji bo kêmkirina zirara sivîlan her tedbîr hatine girtin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button