Almanya û Norwêc berî civîna wezîrên natoyê piştgiriya leşkerî ji bo Ukraniya zêde dikin

Almanya û Norwêcê wekî beşek ji înîsiyatîfa NATOyê ya dabînkirina alavên leşkerî ji bo Kîevê, piştgiriya leşkerî ya zêdetir ji bo Ukranya bi tevahî 782 milyon dolar ragihandin.

Wezîrê Derve yê Almanya Johan Wadephul got ku Almanya dê bi rêya mekanîzmaya Lîsteya Pêdiviyên Pêşîn alavên leşkerî yên bi qîmeta 200 milyon dolarî zêdetir bide Ukranya, pabendbûna welatê xwe ya berdewam a piştgiriya artêşa Ukranya destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide ragihand ku Norwêc dê 582 milyon dolarî bide ji bo kirîna çekan ji bo Ukranya, di bin înîsiyatîfa NATOyê ya dabînkirina çekên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hatine kirîn de.

Ev daxuyanî beriya civîna wezîrên derve yên NATOyê ya roja Çarşemê li Brukselê tê, tê texmînkirin ku hevpeymanî li ser xurtkirina piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukranya li hember dijwariyên berdewam ên li ser erdê nîqaş bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button