Almanya: Berlîn piştî navberek ji sala 2012an vir ve, bi dersînorkirina Sûryan difikire.

Li gorî rayedarên Alman, serweiya Alman niyeta xwe ya destpêkirina dersînorkirina hin penaxwazên Sûrî yên ku daxwaza wan hatiye redkirin ragihandine, ku ev yekem car e ji sala 2012an vir ve diqewime.
Li gorî plana destpêkê, dersînorkirin dê li ser kesên ku ji ber sûcan hatine mehkûmkirin, û her wiha kesên ku mafê rûniştinê nestendine û bi alîkariyên civakî ve girêdayî ne, bisekinin. Tevî tekezkirina li ser cudakirina di navbera van kesan û kesên ku tevilî di civak û bazara kar de bûne.
Hikûmeta Alman her wiha dixebite ku berî dawiya vê salê bi Şamê re di derbarê pêvajoya dersînorkirinê de lihevkirinek çêke.



