Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî çalakiyeke nû li navendên nuklerî yên Îranê eşkere kir.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nukulerî Rafael Grossi diyar kir ku her çend Îran niha bi dewlemendkirina uranyûmê ya dijwar mijûl nebe jî, li hin navendên wê yên nuklerî “çalakiyeke nû” heye. Wî hişyarî da ku depoya uranyûmê ya Îranê ya ku heta %60 dewlemend bûye, heke ji bo armancên leşkerî were bikar anîn, dikare ji bo hilberîna nêzîkî deh bombeyên nuklerî bes be.

Di hevpeyvînekê de bi “Associated Press “re ji baregeha Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, Grossi rave kir ku lêpirsinerên navneteweyî hîn gihîştina tevahî ya hemî tesîsên nuklerî yên Îranê bi dest nexistine. Wî destnîşan kir ku ajans niha ji bo şopandina çalakiyên di nav deveran de xwe dispêre wêneyên satelîtê.

Wî zêde kir ku van wêneyan “tu nîşaneyên dewlemendkirina bilez nîşan nedane”, lê tekez kir ku ajans çalakî li dora cihên ku madeyên nuklerî yên dewlemendkirî lê têne hilanîn tespît kiriye. Wî diyar kir, “Divê em vegerin û piştrast bikin ku ev made hîn jî li cihê xwe ye û ji bo karanînek din nehatiye veguheztin.” Grossi destnîşan kir ku peymana dawî ya ku meha borî li Qahîreyê di navbera IAEA û Îranê de hat îmzekirin, ku armanca wê ji nû ve destpêkirina hevkariyê û vekolînan bû, hîn neketiye meriyetê, piştî ku Tehranê di 20ê Cotmehê de betalkirina xwe ragihand.

Îran îdia dike ku bernameya wê ya nuklerî tenê ji bo armancên aştiyane ye, di heman demê de IAEA girîngiya “zelaliya tevahî” ji bo misogerkirina ku bername ber bi karanîna leşkerî ve neyê veguhastin, berdewam dike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button