AFP: Gera nû ya danûstandinên Sûrî-Îsraîlê li Bakuyê

AFP, bi riya çavkaniyek dîplomatîk, ragihand ku paytexta Azerbaycanê, Baku, dê sibe, roja Înê, di çarçoveya danûstandinên berdewam ên di navbera her du aliyan de di bin serpereçtiya Amerîka de, mêvandariya civînek nû ya Sûrî-Îsraîlê bike.

Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Sûriyê re, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, rave kir ku di danûstandinan de “pêşketineke ber biçav ” hate dîtin , ev yek nîşan dide ku peymanên li pey hev dikarin beriya dawiya salê werin encamdan, û qonaxa yekem mijarên ewlehî û leşkerî vedihewîne.

Hefteya borî, serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed el-Şera, ji televîzyona dewletê re got ku armanca danûstandinên bi Îsraîlê re ew e ku bigihîjin rêkeftinekê ku vekişîna hêzên Îsraîlê ji deverên ku ew piştî rûxandina Beşar Esed di Kanûna 2024an de ketine wan misoger bike.

Her wiha ajans ji rayedarekî leşkerî yê Sûriyê veguhest ku artêşê du meh berê dest bi vekişîna çekên xwe yên giran ji başûrê Sûriyê kiriye, ew jî herêmek ku Îsraîlê daxwaz kiriye ku bêçek were rakirin.

Li gel van gavan, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El Şeybanî biryar e roja Pêncşemê serdana Washingtonê bike, ku ev yekem serdana wî rengî ye di 25 salan de, da ku li ser mijara sizayên Amerîka û rêça danûstandinan bi Îsraîlê re nîqaş bike.

Şeibanî roja Çarşemê li Londonê bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiya, piştî civîneke berê ya li Parîsê di meha Tebaxê de bi serpereştiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê Tom Barrack.

Mijarên Girêdayi

Back to top button